Balafirek Artêşa Tirk ket 2 pîlot mirin
Balafirek aîdî artêşa Tirk li Îzmîrê ket 2 pîlot jiyana xwe ji dest dan. Balafireke leşkerî ya aîdî Artêşa Tirk vê sibehê dora saet 10-49an de li bajarê Îzmîrê di dema firîna ceribandinê de ket.
Piştî lêgerînê balafira ruxiyayî 3 km dûrî cihê rabûna wê hat dîtin. 2 pîlotên di balafirê de jiyana xwe ji dest dan. Artêşa Tirk derheqê mijarê de agahî ragihand û da zanîn ew nizanin sebeba ketina balafirê çiye lê niha lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Ev nivîs 210799 car hatiye xwendin.