Balafireka Leşkerî ya Amerîkayê ket
Blafireka artêÅŸa Amerîka dema ji baregeha Okinawa ya Japonyayê bi hewa ket, li ser behra Fîlîpînê ket. Di balafirê de 11 kes hebûn.
Wezîrê bergiriyê yê Japonyayê Itsunori Onodera ji rojnamevanan re ragihand; balafir di dema diçû keÅŸtiya bi navê USS Ronald Reagan, li okyanusa Pasîfîk ket. Ji 11 kesan 8 kes jê hatine dîtin. Lê di mijara saxiya wan an mirina wan de tiÅŸtek negot.
Di mijara sedema ketina balafirê de ti agahî nehat dayîn. Ji bo rizgarkirina kesên mayî tîmên rizgarkirinê ber bi herêma qezayê de çûn.
Ev nivîs 210825 car hatiye xwendin.