Balafirxaneya Londrayê ji ber ixbara bombeyê hat girtin

Ji aliyê karkerên paqijiyê yên balafirxaneya Londrayê bombeyek ku ji şerê cîhanê ya duyê mayî hat dîtin. Ji ber metirsiya ewlehiyê balafirxane hat girtin. Hat îdîakirin ku bombeya li balafirxaneyê ji şerê duyê ya cîhanê û vê de ma ye.

Li Balafirxaneya City a Londraya Îngîltereyê, 200 metro nêzî pîsta balafiran bombeyeke ku ji Şerê Cihanê yê Duyemîn mabû hat dîtin. Li gor nûçeya BBC Tirkî, berpirsên ewlehî jî piştrast kirin ku bombe ji Şerê Cihanê yê Duyê  de ma ye. Hêjayî bibîrxistinê ye Balafirxaneya City a Londrayê li Brîtanyayê di nava 6 balafirxaneyên navneteweyî yên herî qelebalix de di rêza 5an de ye.


Ev nivîs 210806 car hatiye xwendin.