Baluken û dozgerên doza Balûken di heman zîndanê de ne

Parlementerê HDPê Îdrîs Baluken ku parlementerê bajarê Bingolê ye, niha di zîndana Sincan a Ankara de ye. Dozgerên dewletê yên k udi eleyhiya Baluken de fezleke amade kiribûn û bûn sedemê ku İdris Baluken bê zîndankirin,niha ew jî bi Îdris Baluken re di eyî zîndanê de ne.

Ev agahî ji aliyê parêzerê İdris Baluken Reyhan YalçındaÄŸ Baydemir ve hat dayîn û weha dewam dike: “Dozgerên ku li ser İdris Baluken fezleke amade kirine, pê re di heman zîndanê de dimînin. Ev skandal e.”

Parêzer dibêje ku dozger niha ji doza FETÖ yê tên dadgehkirin û mafê wê heye ku dozên dozgerên ku ji FETÖ yê hatine girtin, ji nû de bên lêkolînkirin û girtî bên berdan. Lê eger zîndanî Kurd be, ev qanûn dicemide. NameÅŸe.