Balyozê Rûsya, â€zAmerîka hewildanên parçekirina Sûriyê dike.“

PeyamaKurd- Vasily Nebenzya, balyozê Rûsya li Neteweyên Yekgirtî ji Ajansa Rûsya ji Moskowa ragihand, ku hevpeymaniya navnetewî bi serokatîya Amerîkayê hewildanên perçekirina Sûriyê dikin.

Vasily Nebenzya dibêje, ew hewildanan dibînin ku, bi avakirina herêmên Otonom yên ku ji DAIÅž'ê hatine rizgarkirin, Sûriyê perçe bikin.

Ajansa Reuters, ku ajansa Rûsî serkanî destniÅŸan dike û dibêje, balyozê Rûsya Vasily Nebenzya li Neteweyên Yekgirtî iddîa kiriye, ku hevpeymanî hewil didin bê hikûmeta Sûriyê rewÅŸa ekonomiyê li herêmên nu çareser bikin.

Heman demê de Vasily Nebenzya gotiye,"Ya ku hevpeymanî dikin gehiÅŸtiye qonaxekî, ku tê de pêngavên perçekirina Sûriyê bi rengekî zelalî têne dîtin".

M.E.


Ev nivîs 210814 car hatiye xwendin.