Balyozê Amerîka yê Îraqê bi Barzanî re hevdîtinek kir
Piştî dagirkirina Kerkûk û deverên dinê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê dev ji kar û berên xwe yên siyasî berda bû. Piştî ku Serok Mesûd Barzanî sev ji karên siyasî berda rola Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî girîngtir bû di dîplomasî û danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Beriya heyamekê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana Fransa, Brîtanya û Îtalyayê kiribû. Îro jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê yê Îraqê Douglas Silliman hevdîtinek pêk anîn û di hevdîtinê de geşedanên herî dawî yên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di hevdîtinê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Balyozê Amerîkayê yê Îraqê li ser karê lijneyên taybet ên dabînkirina meaşên herdu wezaretên tendirustî û perwerdehiyê li Herêma Kurdistanê û herwiha rakirina qedexeya geştên navdewletî yên ser firokexaneyên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve axivîn û herdu alî hêviyên xwe anîn ziman ku gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê de erênî bibin û rê li ber çareserkirina hemû pirsgirêkên navbera herdu aliyan vekin.
Ev nivîs 210799 car hatiye xwendin.