Baregayê Fermandeyê Ya Zêrewanî Newroz Pîroz Kir
Peyamakurd - Baregaha Fermandeyî ya Zêrewanî Newroz ji gelî kurdistan û hemû malbatên şehîdên serbilind pîroz kir.
Hêzên Zêrewanî li Hewlêr, bi merasmêkî berfireh li Baregeha Fermandeyî ji bona cejna neteweya gelê Kurd pêşwazî le malbatên şhîdên serbilind kir.
Bi gor agahdariyên gehiştin Peyamakurd; Hêzên Zêrefanî di merasîmêkî berfireh de li baregeha Fermandeyî ya xwe li Hewlêra paytextê herêmî Kurdistan agirî newroz be amadebûna malbatên şehîdên serbilind pêxist.
Di vê ahengê da, pileberzên hêzên Zêrewanî pêşewazî ji malbatên şehîdên serbilind û zarokên wan kirin û li ser wan xelat belav kirin.
Ganî Nar, hunermendê Bakurê Kurdistan ku ji Almanya hatibu bi stranên xwe reng da vî ahengê.
Ji aliyê din, karsazê Kurdistana bakur, ku bi navê Hûsên De Fermo hatiye naskirin û xwediyê Restorant a De Fermo ye, di ahengê da xwarin jibo nêzî 1500 mêvanên Ahengê amade kir.
Ev nivîs 210856 car hatiye xwendin.