Barzanî: Ez ne poşman im
Pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê ji Kurdan re gavek dîrokî û pîroz bû. Dinya û alem pê hisiya ku milletê Kurd serxwebûnxwaz e û ew jî dixwaze wek milletên cîhanê xwedîyê dewleta xwe be.
Her çiqasî gellek alî referandûm ne di cîh de dîtin û li dij derketin jî, lê êdî tîr ji kevanê derket û milletê Kurd helwesta xwe eÅŸkere û zelal kir. Li hember hemû gef û zixtên xêrnexwazan Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî gav paÅŸde neavêt û referandûm pêk anî. Sedema herî mezin a xiyaneta li Kerkûkê û bêdengmayîna Amerîka û Hêzên Hevpeyman, helwesta Barzanî û pêkanîna referandûmê bû.
Di vê derbarê de Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji dezgeha Amerîkî NPR re axivî û dupat kir ku ew ji pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê ne poÅŸman e û pê re jî helwesta Amerîkayê rexne kir.
Barzanî, anî zimên ku pêwist bû Amerîka têkilîyên Kurdan û Amerîkayê berçav bigirta, li hember êrîÅŸên Iraq û Îranê bêdeng nemaya û rê li ber êrîÅŸan bigirta.
Serok Barzanî, herweha behsa helwesta Rûsyayê jî kir û got ku „Helwesta Rûsya ya li hember referandûmê erênî û pozîtîf bû“.
Z.B
Ev nivîs 210870 car hatiye xwendin.