Barzanî: Em dixwazin bi kompanya rûsî re bixebitin

Neçirvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku deriyên Kurdistanê tim û daîm ji Rûsya re vekiriye û got:”Em dixwazin bi kompanya rûsî Rosneftê re hevpeymanên nû çê bikin.”

 Neçirvan Barzanî beyanatek da dezgehên ragihandina Rûsyayê û ragihand ku dê Herêma Kurdistanê karên xwe yên bi Rosneftê re berdewam bike.

Barzanî bal kişand ser hevpeymanên Rosneft û Herêma Kurdistanê û wiha berdewam kir:”Em pê şanaz in ku kompanya rusî li Herêma Kurdistanê bi awayekî aktif dixebite. Em li bendê ne ku peymanên nû jî çê bikin. Lê heya niha agahiyek nû ji vê mijarê derneketiye.”

Hêjayî bibîrxistinê ye di cotmeha sala par de Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Rosneftê re peymaneke çêkiribû lê Baxda bi tundî li dijî vê peymanê sekinî bû.


Ev nivîs 210884 car hatiye xwendin.