Barzanî: Îraqê pereyê Kurdistanê ne şandiye
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe ya piştî civîna ligel serokayetiya parlamento, hikûmet û komîstona hilbijartinan de diyar kir ku Bexdayê hêj ji bo Herêma Kurdistanê ti pere neşandiye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro piştî civîna ligel serokatiya hikûmet, parlamento û komisyona hilibjartinan ji bo rojnamevanan ragihand ku Bexdayê heta niha ti pere ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê neşandiye.
Barzanî destnîşan kir ku ew pereyên ji bo herêmê hatine şandin, ji bo Bankayên Îraqê yê li Hewlêrê ne û para Herêma Kurdistanê tê de tune ye.
Ev nivîs 210815 car hatiye xwendin.