Bazara "emperyalist" û "komunîstan": 200 mîlyar dolar
Amerîka û Çîn li dora çaryek trilyon dolarî bi hevre peymanên bazirganiyê îmzekirin. Serokê Amerîkayê Trump, wezîrê bazirganiyê yê Amerîkayê Wilbur Ross, di serdana Çînê de di navbera ÅŸîrketên her dû welatan de, di ser 200 mîlyar dolarê de peyman girêdan.
Bi vê bazirganiyê wê li Amerîkayê gelek kes karibin ji xwe re îÅŸ bibînin. Hinek rêjeyên peymanên navbera ÅŸîrketên her dû welatan weha ne:
Di navbera Boeing a Amerîka û ÅŸîrketa karê hewayî yê Çînê de, 38 mîlyar dolar Peyman hat îmzekirin. Çîn 300 balfir ji Amerîkayê dikire.
Åžîrketa xazê ya Alaskayê AGDC û ÅŸîrketa Çînê ya petrokîmyayê Sinopec bi 43 mîlyar dolarî Peyman girêdan.
Ford bi 10 mîlyar dolarî peyman çêkir.
Di navbera Amerîcan thane û Nanshan grûbê de 25 mîlyar dolar Peyman hat îmzekirin.
General Motors jî bi 2.2 milyar dolarî peyman çêkir.
Qualcomm û ÅŸîrketên Çînî Xiaomi, Oppo û Vivo bi 12 mîlyar dolarî peyman çêkirin.
General Electric bi ÅŸîrketên cuda yên Çînî re 3.5 mîlyar dolar peyman îmzekir.
China Energy Investment Corp ku di dinyayê de ÅŸîrketa herî mezine, wê bi projeyên Virginyayê yên xaz û hilberîna kîmyewî re 83.7 mîyar dolarî bi hevre ortaxiyê bikin.
Ev nivîs 210845 car hatiye xwendin.