Bekir Bozdag, Me welatê Çek agahdar kir...
PeyamaKurd-Wek tê zanîn duhî 25.02.2018’de Salih Mûslîm serokê berê PYD li paytexta Çek li Prag jiber bûltena sor hatibu girtin. Biryar bu, ku Salih Mûslim derkeve pêş Dadgehê û dihate çaverêkirin, ku ew bihata berdan.
Lê ta nuha jî S. Mûslim nehatiye pêşberê dadgehê. Bigor daxwiyaniya ambasorê Çek li Ankara derketina Salih Mûslim bo pêşberê Dadgehê jibo sibê 28.02.2018 hatiye bipaşxistin.
Derbareya girtina S, Mûslim, Wezîrê Dadwerî ya Tirkiyê Bekir Bozdag daxwiyaniyek belav kir kû tê de dibêje, “Me bihîst ku Salih Mûslîm li Çek li Otelekî damezraye, li ser vî me Interpola Tirkiyê agahdar kir, ku ew jibona girtina wî aliyên peywendîdar li Çek agahdar bikin. Nuha di navbera me û Çek giftugoyên yasayî têne çekirin. Jibona radestkirina wî wezareta Dad dosya hatiye amadekirin û hatiye rêkirin bi welatê Çek. Nuha em li hêvîne ku dadgeh biryar bide. Em li hêvîne ku Çek Salih Mûslimî radestê me bike.“
Ev nivîs 210786 car hatiye xwendin.