Berdevkê PDKê: Hilweşandina hikûmetê dê pirsgirêkên mezin derbixe
Hewlêr-KDP.info- Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, ku nêrîna wan baÅŸtir e, ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê beriya hilbijartinên Iraqê werin kirin.
Åžanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî Qubad Talebanî de îro serdana Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kirin û li gel Berpirsê Polîtbûroya PDKê Fazil Mîranî û rêveberiya wê partiyê civiyan.
PiÅŸtî serdanê Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, ku rojeva serdanê avakirina yekrêziya navmala Kurd bûye û hevdem daxwazên ji hikûmetê, pirsgirêkên ku hikûmet û gelê Kurdistanê rûbirû bûne, hatine gotûbêjkirin.
Mehmûd Mihemed got: “Çi zû yan jî dereng were kirin, pêwîste hilbijartin di encama komdengiyê de were kirin. Bi nêrîna PDKê ya baÅŸ ew e, ku hilbiijartinên Parlamentoya Kurdistanê beriya hilbijartinên Iraqê werin kirin. Diyarkirina dema hilbijartinan jî di encama hevdîtinên hikûmetê yên li gel aliyan, dê diyar bibe.”
Mihemed herwiha diyar kir: “Em projeya ku Tevgera Goran pêÅŸkeÅŸ kiriye dinirxînin. Em ê li ser biaxivin û paÅŸî wan agahdar bikin. Ji bo civîna 5 alî ti demek nehatiye diyar kirin.”
Berdevkê PDKê di derbarê pêÅŸniyara hilweÅŸandina hikûmetê de got: “HilweÅŸandina hikûmetê dê pirsgirêkên mezin derbixe.”
Ev nivîs 210818 car hatiye xwendin.