Bernameya nu ya DYA „Misyona Çavdêrî“
PeyamaKurd- DYA ku serpereştiya koalisyona navdewletî li Îraq û li Suriyê dike, jibo misyona çavdêriyê li Suriyê ligel hevpeymanên NATO giftûgo dike.
Wek tê zanîn DYA biryara derketinê ji Suriyê û ji rojavayê Kurdistanê dabu. Ji ber vê yekê nuha li ser bijardeya misyona Çavdêriyê ligel hevpeymanên NATOyê diaxife. Tê gotin, ku ev bijardeya hanê ji aliyê Patrick Shanahan hatiye rojevê. Patrick Shanahan li şuna Jim Mattis wek wezîrê Bergiriyê nu hatibu destnişankirin.
Patrick Shanahan berî kombuna wezirên bergiriyê ji NATO ragihand, ku ew piştî paşvekişana DYA ji Suriyê li ser misugerkirina ewlekarî û aramiyê ligel hevpeymanan diaxifin. Ji aliyê din got, „Koalisyona Navdewletî li dijiyê DAİŞ bijardeyekî grînge, ku em qet nikarin piştgo bikin.“
Ev nivîs 210730 car hatiye xwendin.