Bernard Henry Levy, Ferqa Ebadî û Saddam Hisênî nîne
Fîlozofê Fransî Bernard, “Kurdan bi şêweyek medenî û grêdayî bi prensîpên demokratik referandum pêkanîn, lê welatên Rojava bêdeng man. Ez xwe wek mîsyonerekî Kurd dibînim û şûkir ji xwedê re bi sedan Levy ên Kurd hene.“
PeyamaKurd- Fîlozofê Fransî Bernard Henry Levy, ku wek dostê Kurdan tê naskirin, di wê baweriyêdaye, ku ferqekî di navbera Heyder Ebadî û Saddam Hisên de nîne û divê Kurd jî baweriya xwe bi Ebadî nehênin.
Bernard Henry dibêje, "Kurdan ji bo aramiya tevaya gelên cihanê şer kirin. Divê Kurd ji aliyê leşkerî û dîplomasiyê ve dest bi xebatek nû bikin. Kurd, dikarin di Kongreya Amerîkayê de aktif bin, ji ber Kongreya Amerikayê rê ji siyaseta cîhanê re vedike.“
Di berdewamiya axaftina xwe da Bernard Henry ji K24ê re dibêje, "Netewa Kurd netewayek rast û xudan berxwedanê ye û welatê wan Kurdistan jî heye. Lê ev jibo Iraq û Sûriye nayê gotin, ev welatên hanê Çêker’in. Ev berhema bêvate ya welatên rojavayî bi xwe ye. Ligel ev rastiya hanê, Kurdan ji qetlîama Helebçe, Kerkûk û ji Serpêhatiyên din ezmûn wergirtin û tu caran bêhêvî nebune."
Herweha Henry Levy got, ku Kurdan bi şêweyek medenî û grêdayî bi prensîpên demokratik referandum pêkanîn, lê welatên Rojava bêdeng man. Ez xwe wek mîsyonerekî Kurd dibînim û şûkir ji xwedê re bi sedan Levy ên Kurd hene.“
Ev nivîs 210794 car hatiye xwendin.