Berpirsê asayîşa konsolxaneya Îranê xwe radestê Amerîkiyan kir...
PeyamaKurd- Berpirsê asayîşa nawendî ya konsolxaneya Îranê li bajarê Silêmaniyê bi mebesta seredana konsolosê Îranê li Hewlêr bike, xwe li Hewlêr radestê konsolosxaneya Amerîkayê kir.
Bi gor zanyariyên ku ketin destê Peyama Kurd, berpirsê asayîşa nawendî ji konsolxaneya Iranê ji konsolosxaneya Amerikayê daxwaza mafê penaberiyê kiriye.
Her weha tê gotin, ku berpirsê asayîşa nawendî ji konsolosxaneya Îranê, agahdarî û zanyariyên taybet li ser computer, Hard Disk ji Kamerayê Konsolxaneyê û hinek dosyayên taybet radestê konsolosxaneya Amerikayê kirine.
Ev nivîs 210766 car hatiye xwendin.