Bexda digere ku rêyekî ji petrolê re bibîne
Hukumeta Bexdayê ji aliyek de bi herêma Kurdistanê re hevdîtinên xwe dewam dike û ji aliyê dinê de ji bo petrola herêmê bifroÅŸe, li rêyên din digere. Rêya herî dawiyê ku li serê dixebite bi borûyeka nû petrola ku li Iraqê rafînerî bibe, bibin Ceyhanê.
Hukumeta Iraqê got ku li ser mijara dijberiya navbera wan û hukumeta Kurdistanê di stratejiya xwe de guherandineka weha çêkirine. Hukumet ji rafîneriyên Kerkûkê ji bo pertol here lîmana Ceyhanê, xeteka nû ava dike û plan dike ku ji Kerkûkê petrol here Îranê.
Li ser arîÅŸeya nabera Bexda û Kerkûkê serokkomarê Iraqê ragihand ku divê ji bo Kerkûkê Parêzegerekî nû bê tayînkirin û mafê meclisa Kerkûkê heye, heya hilbijartinên cî (mehellî), wezîfa xwe dewam bike. PiÅŸtî problema Kerkûk û Bexdayêserokomarê Iraqê Fûad Mehsûm cara yekeme ku diçe baregeha Kerkûkê ziyaret dike û bi waliyê niha Rakan Saîd Cibûrî û endamên meclisa Parêzgehê re hevdîtin dike. Fûat Mehsûm axaftina xwe weha dewam kir:
“Meclisa Kerkûkê heya hilbijartinê wê wezîfa xwe dewam bike. Niha di meclisê de wê guhertin çênebe. Ew herêmên ku niqaÅŸ li ser wan hene, tabiê maddeya 140 ê ne. Wezîfa dewaletê ew e ku hemû layên civakê di nava aÅŸtî û aramiyê de bijîn. Li Kerkûkê ti aliyek ji aliyê dinê re ne serdeste. Kerkûk bajarê biratiyê ye û divê aramî tê de serdest be.”
Ev nivîs 210814 car hatiye xwendin.