Bi hisreta welatekî serbixwe li xerîbîyê koça dawî kir.

Peyamakurd- Welatparêza Kurd Xezal Sîdo ku 27.09.2019 de di 75 salîya xwe de li Almanyayê koça dawî kiribu, îro bi merasîmek mezin li bajarê Bonnê li goristana Nordfriedhof biaxê hate spartin.

Xezal Sîdo ku bi xwe Kurdek Êzîdî û ji Efrînê bû, di sala 1967an de tevî brayê xwe ji ber zilm û zora rejîma Sûrîyê koçber bû û hat Almanyayê.

Xezal Sîdo, heta bi koça dawî dev ji xebata xwe ya welatparêzîyê berneda, Kurdayetîya xwe di ser ola xwe re girt, berî her tiştî xwe wek Kurd û piştre jî xwe wek Êzdî qebûl kir û bi vê hişmendîyê xebata xwe domand.

Xezal Sîdo, gelek caran rexne li Kurdên misilman jî digirt, gazind ji wan dikir û digot, „Heke Kurdên misilman li brayên xwe yên Êzdî xwedî derketibûna Kurdên Êzdî terka welatê xwe nedikir“.

Yûsiv, wek her Kurdê derbeder di bîrewerîya derd û jana koçberî û penaberîyê de bû û digot, “ Kurdê ku ji welatê xwe dûr ket û li welatekî din cîhwar bû, êdî nikare vegere welatê xwe“.

Û Xezal Sîdo jî wek gelek Kurdên koçber û derbeder venegerîya welatê xwe Kurdistanê, bi hisreta welatekî azad û serbixwe li xerîbî û biyanîyê koça dawî kir.

Em wek xebatkarên Peyama Kurd ji malbat, dost û hogirên wê re sersaxî ê sebr dixwazin.

Bela cihê wê bihişt be û serê milletê Kurd sax be.