Bihayê parên PetroChina yê daket asta herî kêm
Parên (hisse) ÅŸîrketa petrol gazê ya Çînê di dîroka xwe de daket asta herî kêm. PetroChina li Çînê ÅŸîrketa herî mezine ku hilberîna xaz û petrolê dike.
Parên ÅŸîrketa PetroChina di sala 2007an de derketibû asta herî bilind li dora 1 trîlyon dolarî bû. Niha bihayê wê daketiye 200 mîlyar dolarî. Bihayê wan paran ji %82 daketiye û kesên ku per xwe xistine hîsseyên vê ÅŸîrketê, 800 mîlyar dolar zerar kirine.
Di sala 2007an de, di dema ku bihayê bermîleka (varêl) petrolê li dora 68 dolarî bû, parên wê hatin firotin û di nav 10 salan de bihayê petrolê ji %44 daket.
Welatê Çînê di van salên dawiyê de dixwaze bi welatên rojava re reqabetê bike lê ji ber danîna kotayan û parvekirina bazara nû di dinyayê de, erka wê kêm bûye.
Ev nivîs 210857 car hatiye xwendin.