Binali Yıldırım ji bo mijara Kurdistanê diçe Brîtanya
Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yıldırım berya li balafira xwe siwar bibe û hereket bike Brîtanyayê civîneka çapemeniyê lidar xist. Yıldırım ragihand ku ew li ser daweta serokwezîra Brîtanyayê Theresa May diçe Brîtanya.
Her çendîn di nav mijarên gotûbêja wan de mijarên bazirganiyê hene jî mijara bingehîn li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê, PYD/YPG û Sûriyê ye. Yıldırım weha got:
“Ji bilî mijara veqetandina Brîtanya ji Yekîtiya Ewrûpayê, pêÅŸdeçûnên Rojhilata Navîn wê babeta me bin. Di serî de mijara Sûriyê heye. Åžer qediyaye û em ê li ser civîna Soçiyê gotûbêj bikin, ji ber ew bingeha hevdîtinên Cenevre ye. Amerîka daîma ji me re digot ew mecbûrin bi YD/YPGê re hevkarî bikin ji ber DEAÅžê. Ê niha DEAÅž qediyaye û em li bendê ne ku Amerîka dev ji wan berde û dagere hevkariya hevkarê xwe yê berê. Di nav babetên me de referandûma serxwebûna Kurdistanê û Ä°raq heye.”
Ev nivîs 210829 car hatiye xwendin.