Biryarên Encumena Asayişa Neteweyên Yekgirtî binpê dibin
PeyamaKurd- Wek tê zanîn, Encumena Asayişa Neteweyên Yekgirtî 24ê Sibatê li Suriyê bo peydakirina çareseriyek jibona xelkê aware, nexweş û brîndaran agirbest ragihandibu. Lê hê ji roja ragihandina agirbestî hefteyek derbaz nebuye, di encama hêrişên rejîma Şam’ê de nêzîkê 150 kesên medenî hatine kûştin.
Tê gotin, ku hêzên artêşa rejîma Eshed di maweya heman demî de 87 caran ser Gutaya Rojhilat û ser herêma dermandorê Şam’ê Bombeyên Bermîl barandine.
Nuha cihê pirsêye; gelo vateya agirbestê çiye, kî dikare çareseriyek jibona agirbestê mayînde peyda bike.
Ev nivîs 210776 car hatiye xwendin.