Brahîm Biro, rêjîma Sûriyê Heşda Şeibe şandiye Efrînê
PeyamaKurd-Serokê berê yê ENKSê Brahîm Biro dibêje, hatina hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê bo Efrînê bûye sedem, ku Tirkiye êrîşên xwe li ser Efrînê zêdetir bike, ji ber ku hikûmeta Sûriyê hêzên fermî neşandiye Efrînê. Rejim ji aliyê xwe ve bi zanistî hêzên HEŞDA ŞEÎBÎ şandine Efrînê. Ev yek dibe sedem, ku Tirkiye êrîşên xwe zêdetir bike.
Derbareya operasyona leşkeri ya Tirkiyê ser Efrînê Brahîm Biro “Êrîşên Tirkiyê ser Efrînê berdewamin. Ji ber rêkeftina PYD û rêjîma Sûriyê hêjî tu hêzeke fermî neçûye Efrînê û tenê hêzên HEŞDA ŞEÎBÎ çûne Efrînê. Ev jî dibe sedem, ku Tirkiyê êrîşên xwe li ser Efrînê zêdetir bike.”
Biro berdewamiya axaftina xwe de got: “Em wek ENKS berdewam in li ser hewlên xwe ji bo rawestandina şer. Me serdana çend welatan jî kiriye û me daxwaz ji wan kiriye ku alîkar bin ji bo rawestandina şer. Ji ber ku ji bilî ziyana şer tirsa me ji wê yekê heye ku bi hatina wan hêzên Erebî demografiya navçeyê jî bê guhertin, lê heta niha ti gav ji bo rawestandina şer nehatine avêtin.”
Brahîm Biro dibêje, “Bi amadebuna Tirkiye, Îran û Rûsya wê kongreya Astanayê were çêkirin, dibe ku di kongreyê biryara rawestandina şerî bê standin, lê hatina hêzên HEŞDA ŞEÎBÎ yên ser bi Îranê, dikare bibe sedema şerekî nu.”
Ev nivîs 210800 car hatiye xwendin.