Brett McGurk: Em pişgriya ‘Kurdistana Iraqê’ dikin
Brett H. McGurkê Nûnerê Serokê Amerîka yê şerê li dijî DAIŞê re, bi Şanda Herêma Kurdistanê ya li Kongreya Nêvdewletî ya li Kuweytê civiya. McGurk da zanîn ew ji şanda Kurdistanê re jî gotiye ku Amerîka pişgriya xwe dide Kurdistaneke di bin baneya Iraqa Federal de.
Brett H. McGurk ragihand ku di çarçoveya yekîtiya Iraqê de ew piştgiriya Kurdistaneke bihêz û yekgirtî dikin.
Brett H. McGurk li ser hesaba xwe yê twittirê peyamek weşand û got: "Ez bi civîn û hevdîtina ligel parêzgarên Hewlêr û Silêmaniyê, herwiha Wezîrê Plandanînê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Elî Sindî re kêfxweş im ku hemû wek beşek ji şanda Iraqê ya bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Ebadî li Kuweytê ne."
Nûnerê serokê Amerîka yê şerê li dijî DAIŞê Brett H. McGurk got:”Amerîka di çarçoveya Iraqeke yekgirtî û federal de piştgiriya Herêma Kurdistaneke bihêz, serkeftî û yekgirtî dike."
Ev nivîs 210812 car hatiye xwendin.