Brookings: Heke alîkarîya Kurdan neyê kirin, wê ÃZran tevahîya Iraqê kontrol bike
Bêdengmayîna Amerîkayê rê dide îranê ku li Rojhilata Navîn û bi taybet jî li Iraqê ÅŸax û perên xwe berfirehtir bike û hetta kontrolkirina temamê Iraqê jî di plan û projeyên Îranê de ye. Li Iraq û Rojhilata Navîn pêÅŸketina Îranê ne tenê ji bo Amerîkayê, lê ji bo temamê dewletên rojava û dewletên misilmanên Sunnî jî xeterek mezin e.
Di vê derbarê de Enstîtuya Brookings a ku navenda wê li WaÅŸîngtonê ye, raporek belav kir û bala desthilatdarîya Amerîkayê kiÅŸand ser pêÅŸketina Îranê û piÅŸtgirîya Kurdan.
Enstîtuya Brookings, di rapora xwe ya di derbarê têkilîyên Amerîka, Iraq û Kurdistanê de bala desthilatdarîya Amerîkayê kiÅŸandiye ser pêÅŸdeçûna îranê dibêje: „PiÅŸtî referandûma serxwebûna Kurdistanê Amerîkayê piÅŸtgirî da Heyder Ebadî da ku ji Îranê dûr bikeve. Herweha bi ser ku Amerîkayê zanîbû Ebadî nikare armancên Amerîkayê bi cîh bîne, Amerîkayê qrîz û bohrana navbera Hewlêr û Bexdayê bi kar anî û xwest ku di hilbijartinên Iraqê de destê Ebadî bihêztir bike“.
Di beÅŸek din yê raporê de tê gotin ku HaÅŸdî Åžabiî li Iraqê kontrol xistiye bin destê xwe, Hizbûllah a Iraqê û Hêza Bedir ku bingeha HaÅŸdî Åžabiî pêk tînin, di bin desthilatdarî û kontrola Mihafizên ÅžoreÅŸa îranê de ne û tê gotin: „Ev rêxistin di lîsteya terorê de ne. Ji bo ku Heke Amerîka li Iraqê rê destek û piÅŸtgirîyê nede Kurdan, wê Îran bi rêya milîsên xwe tevahîya Iraqê têxe bin kontrola xwe“.
Enstîtuya Brookings, dezgehek serbixwe ye û di warê siyasî, civakî, polîtîkayên aborî û sîstema navnetewî de pêÅŸniyazan pêÅŸkêÅŸî desthilatdarîya Amerîkayê dike.
Z.B
Ev nivîs 210832 car hatiye xwendin.