Cîgirê Serokomarê Iraqê Usame Nuceyfî, ÃZran li Iraqê xwedî biryara yekalîkirinê ye.

Serokê Hevpeymaniya Mutehîdûn û Cîgirê Serokomarê Iraqê Usame Nuceyfî got, Îran li Iraqê xwedî biryara yekalîkirinê ye.

 Cîgirê Serokomarê Iraqê  Usame Nuceyfî li Washingtona Amerîkayê beÅŸdarî panelekê bû û derbarê geÅŸedanên siyasî yên li Iraqê de gotarek pêÅŸkêÅŸ kir.

 Usame Nuceyfî wiha got: “Îran dewleteke dest dirêje û li Iraqê li ser biryaran xwedî bandor e, û destê wê di nav hemû biryarên Iraqê de heye. Îranê li Iraqê li ser partiyên siyasî, milîsên çekdar karigeriyeke eÅŸkere heye û di bin kontrola wê de ne. Dixwaze Iraqê bike korîdoreke Sûrî û Lubnanê. Ev xewna Îranê ya kontrolkirina hemû rojhilata Erebî ye.”

 Nuceyfî amaje bi wê yekê jî kir ku Bexdayê li hemberî Kurdistanê hevpeymaniyeke navnetewî saz kiriye û got jî hinek alî dixwaze biçin nav Kurdistanê û dest bi ser de bigirin û bajarê Silêmaniyê ji Herêma Kurdistanê veqetînin û lê ew yek li dijî destûra bingehîn e.

 PiÅŸtî panelê Usame Nuceyfî daxuyanî da rojnemavan û pirsa peyamnêrê Rûdawê ya derbarê mafê kurdan de wiha bersivand:

“Iraq dewleteke federalî ye. Di destûra bingehîn a Iraqê de hatiye destnîÅŸan kirin ku Herêma Kurdistanê bi sînorên sala 2003ê hatî diyarkirî heremeke federal e. Lê heremeke îdarî ye, ne heremeke taîfî, sunne yan jî ÅŸîe ye. Her hewlek li dijî yekîtiya Iraqê û federaliyê di heman demê de derbeyek e li ser destûra bingehîn a Iraqê.”

M.E


Ev nivîs 210845 car hatiye xwendin.