Caferî: Em gotina 'Herêmên Kurd yên li bakûrê Sûriyê’ qebûl nakin
Temsîlkarê Sûriyê yê li Neteweyên Hevgirtî BeÅŸar Caferî ragihand ku ew gotina 'Herêmên Kurd yên li bakûrê Sûriyê’ di hevdîtinên Cenevre de qebûl nekirine. Caferî piÅŸtî tevli civînên tûra 8 emîn ya Cenevreyê bû, pirsên çapemeniyê bersivand. Di mijara herêmên Kurd de weha got:
“Têgeheka weke herêmên Kurd yên baÅŸûrê Sûriyê tine ye. Bakûrê Sûriyê heye ku Kurd jî tê de dijîn. Li Sûriyê Ereb, Suryanî û xelkên dinê jî dijîn.”
Caferî got ku li ser Kongre ya Sûriyê ya diyaloga Netewî jî rawestiyane.Lê li ser kongre zêde nesekinîne, tenê bi temsîlkarê taybet yê ku di Neteweyên Hevgirtî de ji Sûriyê berpirse, bi Steffan De Mîstûra re ÅŸêwirîne.
Ev nivîs 210820 car hatiye xwendin.