Çalakiyên Bibîranîna Barzaniyê nemir...

PeyamaKurd- Duhî, 01.03.1019 li gelek deverên rojavayê Kurdistanê bi boneya Bibîranîna serokê nemir Mistefa Barzanî çalakî hatin lidarxistin. Li Qamişlo, Dêrik, Amudê û ya herî balkêş jî li Aliya hatibu dîtin.

Wek tê zanîn Kurdên rojavayê Kurdistanê ji destpêka şoreşa 11 Îlonê 1961 bi rêbaza Barzaniyê mezin bawermendin û di vî rêya hanê de gelek bedel jî dane.Her çend; gava mirov behsa rojavayê Kurdistanê dike, bêguman yekser PYD-YPG dikeve ber çavan lê potansiyela Barzaniyê nemir hê jî potansiyela sereke ye di rojavayê Kurdistanê de.

Ev rastiya hanê duhî careka din bi Bîranîna serokê nemir Barzanî de hate dîtin. Bi hezaran xelkê rojavayê Kurdistanê wek hemu salan li bajarokên Qamişlo, Dêrik, Aliya û li Amudê yan li cihên girtî, yan jî li derveyê bajar di merasîm û çalakiyan de beşdarî kirin, hestên xwe ji bona rêbaza Barzanî raxistin ber çavan.

Çalakiyên Bibîranîna serokê nemir ku, li rojavayê Kurdistanê hatin lidarxistin -ji aliyê beşdarbunî ve- ji gelek aliyên başurê Kurdastanê dewlementir û bihêztir bu.

Her çend dihate gotin, ku Asayişa PYD wê rê li ber çalakiyên Bibîranînê bigre, li cihê xweşhaliye, ku ji derveyê hinek rudanên piçuk mûdaxaleyek radikal ru neda. 2 endamên ENKS ku hatibun girtin, duhî şev hatin berdan.

Hêjayê gotinê ye ku, di hinek deveran de Asayişa PYD ji bona ewlekariya çalakiyan çavdêrî kiribu.

Di hemu çalakiyan de dirûşma „Rêbaza Barzanî rêbaza me ye“ wek dirûşma berbiçav dihate dîtin.


Ev nivîs 210876 car hatiye xwendin.