Çand û wejeya kurdî zîyaneke mezin kişand

PeyamaKurd-Çand û wejeya kurdî zîyaneke mezin kişand: nivîskarê navdar, rojnamevanê Ermenîstanêyî emekdar, wergêr, rexnevan, karmendê civakêyî naskirî, berpirsyarê rojnama «Rya teze» yê serekeyî berê Emerîkê Serdar 19-ê sibata sala 2018-a li bajarê Xarkovê (Ûkranya) di 83-salîya temenê xwe da ji ber nexweşîya dil çû ber dilovanîya Xwedê.

Emerîkê Serdar 8-ê sibata sala 1935-a li Ermenîstanê li gundê Pampa Kurda (niha Sîpan, qeza Aragasotnê) di mala Dewrêşê Serdar û Seyra Xudo dahatîye cîhanê.

Hela şeş salên wî xitim ne bûbûn, gava destbi Şerê Wetenîyêyî mezin bû û bavê wî diwî şerîda şehîd ket. Emerîkê Serdar paşî dibistana gundê xweye 7-sale xwendina navîn li dibistana gundê Elegezêstendîye.

Sala 1959-a ewî fakûltêta dîrokê-fîlolojîyê ya înstîtûta Ermenîstanêye dersdarîyêye ser navê Xaçatûr Abovyan serhevda anî, 3 meha di dibistana gundê Elegezêye navînda bû dersdarê ziman û wêjeya ermenî û kurdî. Hema wê salê jî ewî teglîf dikin, wekî li radyoya Yêrêvanê para dengkirina kurdî kar bike.

Pêşîyê ew li wir kar dike wek dîktor (bêjer), paşê dibe cîgirê serokê wê parê. Sala 1962-a Emerîkê Serdar cîguhastî rêdaksîyona rojnema «Rya teze» dibe. Pêşîyê dixebite çawa wergêr, paşê dibe serokê para çandê û nema, katibê cabdar, cîgirê berpirsyar. Lê ji sala 1991-ê hetanî sala 2006-a ew dibe berpirsyarê rojnemêyî sereke.

Emerîkê Serdar ji sala 1965-a endamê Yekîtîya rojnemevanên Ermenîstanê bû, lê ji sala 1995-a endamê Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê. Ew usa jî endamê PENa Kurdî bû. Sala 1980-î bona emekê mezin di dereca pêşvebirinaçapemenîyê Emerîkê Serdar bi hurmetnema Sedirtîya Şêwira Ermenîstanêye tewrebilind va tê rewakirinê, lê sala 1986-a ew layîqî navê sîyanet–Rojnemevanê Rêspûblîka Ermenîstanêyî emekdar dibe. Meha tebaxê sala 2009-a Navenda Bîografîyêye navnetewî li Kêmbrîcê navê «Profêsîonalê cihanêyî pêşîkêş–2009» da Emerîkê Serdar.

Ji sala 1992-da ew serokê serwêrtîya Şêwira rewşenbîrên kurdên Ermenîstanê bû. Emerîkê Serdar xudanê bi sedan gotararane, yên ku bi zimanê kurdî, ermenî û rûsî li ser pirsênwêje û çandêhatine çapkirinê.

Vê gavê 12 berevokên serhatî û romanokên Emerîkê Serdar çap bûne.

Ji wana 8 bi zimanê kurdîne–«Destê dê» (1974), «Îdî dereng bû» (1979), «Dengê dil» (1985), «Gundê me» (2006), «Hisreta emir» (2008), «Bijare» (2011), «Keşkûl» (2013), «Mukurî» (2014).

Lê 3 berevok jî efrandinêd wîne, ku bi rûsî hatine wergerandinê: «Bûk du cara syarkirin» (bi rûsî navê pirtûkê awa ye: «Dewetek du cara kirin») (2005), «Hetanî kengê?» (2007) û «Wê şevê…» (2013). Berevoka Emerîkê Serdare 12-a ya bona zaroka ye û tê navkirinê:«Em çûne aş» (2014)

Ew bi 2 zimana hatye weşandinê – kurdî û rûsî. Efrandinê berevoka rûsîye pêşin hersê qîzê wî–Leylê, Nûrê û Zerê – wergerandine, lê efrandinê herdu berevokê mayîn, usa jî berevoka bona zaroka Nûrê tenê wergerandîye.

Gelek serhatîyên Emerîkê Serdar di pirtûkên dersê zimanê kurdî da ronayî dîtine, hemû hejmarên almanaxa efrandinên şayîr û nivîskarên kurdên Ermenîstanêye «Bahara teze»-da hatine çapkirinê, usa jîli welatê der derketine.

Sala 2012-a serhatîya wîye «Nemebir» bi wergera zimanê fransî li almanaxa Înstîtûta Parîzêye kurdaye salewextêda hatiye çapkirinê. Mijara efrandinên wîye serekejîyana gunde. Lê nîgara dayîkê nava efrandinên wîda cîkî berbiçev digre.

Ew gelekî bi dil û xemkêşî derheqa dêda, xemxurî û mêrxasîya wêda, emrê wêyî dijwarda dinivîse.

Emerîkê Serdar nava wêjeya kurdên Sovêta ber nivîskarê pêşine, ku janra Nexş-nîgarên hûr (helbesta spî) anî meydanê, yên ku raste kurtin, lê bi naverok kûr û felsefîne.

Emerîkê Serdar usan jî we wergêrvanekî bêqûsûre. Ewî çend pirtûkênsîyasî wergerandîye kurdî û çap kirine.

Emerîkê Serdar wergêrvanekî wejeya bedewetîyî naskirî ye. Ewî romanoka nivîskarê ermenyayî naskirî, dost û xêrxazê gelê me, berpirsyarekî rojnema «Rya teze»-yî pêşin Hiraçya Koçar ya bi navê «Hizret» wergerandîye kurdî û çap kirye. Ewî usa jî berevokên şayîrên ermenyaye mezin Hovhannês Tûmanyan û Avêtîk Îsahakyane wergerandîye kurdî, yên ku bona 100-salîya bûyîna wan ronayî dîtine. Em –heval-hogirên wîye jîyanê û pênûsê serxweşîyê didine malbeta rehmetî!

Bila serê gelê me sax be!

 


Ev nivîs 210826 car hatiye xwendin.