Çavuşoglu: Yan emê bi Amerîka re baş bibin an jî yekcar xerab

Beriya serdana Rex Tillerson Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ku dê roja pênçşemê derbasî Tirkiyeyê bibe,  Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derheqê siyaseta rojane ya herdû aliyan de agahiyên berfireh dan. Çavuşoglu destnîşan kir ku piştî vê hevdîtinê an dê têkiliyên wan bi Amerîka re baş bibin, an jî dê bi temamî xirab bibe.

Wezîr Çavuşoglu ku di Konferansa Wezîrên Afrika û Tirkiye de peyivî, da zanîn daxwaziyên wan ji Amerîkayê zelal û diyar e û wiha dom kir:”Em êdî waadan naxwazin. Ji bo ku em hin tiştan bikaribin bepiyvin divê di navbera me de baweriyek çê bibe. Tirkiye ji tu dostên xwe re neyarî nake. Lê me gelek xerabiyên Amerîka dîtine. Hem derheqê FETOde hem jî derheqê YPGê de. Me gelek xerabiyên Amerîkayê dîtine. “

Çavuşoglu da zanîn ew dê bi Tillersonî re jî li ser van mijaran bipeyivin, an dê têkilyên wan baş bibe, an jî dê yekcar xerabtir bibe.


Ev nivîs 210813 car hatiye xwendin.