Çekdarên Heşda Şeibî êrişî namzedekî PDKê kirin û birîndar kirin!
PeyamaKurd-Namzedekî PDKê li devera Diyala rastî êrişê çekdarên Heşda Şeibî hat û birîndar bû.
Berpirsê liqa PDKê li bajarê Xaneqînê, şêx Ceifer Mistefa ji BasNewsê re got, îro danê sibê namzedê PDKê Irfan Dawidî, dema ji Xaneqînê diçû Seidiyê di rê de rastî êrişa pasewanên namzedekî Heşda Şeibî hatibû û birîndar bibû.
Şêx Ceifer Mistefa her wiha got, dema zanîna Irfan Dawidî namzedê PDKê ye, êrişî wî kirine û serê wî şikandine!
BasNews
Ev nivîs 210774 car hatiye xwendin.