Cemîl Bayik, hevpeymanê xwe Şasiwar Evdilwehidê pîroz kir..

PeyamaKurd- Cemîl Bayik hewserokî KCK, di pêwendiyek telefonî de, serokê Tevgera Generasyona Nu Şasiwar Evdilwehidê jibo “serketina” hilbijartinên Iraqê de pîroz kir.

Wek tê zanîn; serokê Tevgera Generasyona Nu Şasiwar Evdilwehid, ligel Tevgera Azadiyê, ku wek seksiyona PKK li başurê Kurdistan tê hesibandin, ittifak kiribu.

Cemil Bayik destxweşî ji Şasiwar Evdilwehid re kir, jibona ku ittifaka wî ligel Tevgera Azadiyê bu sedema derxistina parlamenterek ji Tevgera Azadiyê.

Roja 12-05.2018 di hilbijartinên Iraqê de, Tevgera Generasyona Nu ligel Tevgera Azadiyê ser bi PKK hevpeymanî pêkhanîbun, ku di encama ev hevpeymaniya hanê de listeya Generasyona Nu 2 parlamenter ji Hewlêr û 2 parlamenter jî ji Silêmaniyê bidestxistibun. Ji 2 Parlamenterên Silêmanî 1 bi navê Xatun Yusra Recep ji Tevgera Azadiyê ye.


Ev nivîs 210820 car hatiye xwendin.