Cemîl Bayik: Tirkiye komkujiyan dike
Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik, ji kenaleke nêzîkî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re got: "Rastiya Tirkiyê dagîrkerî ye û siyaseta DAIŞê li navçeyê dimeşîne û ev yek ti carî dadmendiyê li ti cihî peyda nake".
Cemîl Bayik diyar kir, ku li bajarê Efrînê aramî û ewlehî û pêkvejiyan hebû û niha jî Erdogan êrîşî aramî û ewlehiyê û pêkvejiyanê dike.
Herweha Bayik got: "Piştî ku rêxistiya DAIŞê li Dêra Zorê ber bidawî ve hat, Erdogan êrîşên xwe li ser Efrînê xurt kir, ji ber ku nemana DAIŞê li Sûryê mirina Erdogan e".
Di roja 20ê meha derbasbûyî de, artêşa Tirkiyê bi hevkariya hin girûpên ku navê (Artêşa Azad) li xwe dikin, li Efrînê dest bi operasyoneke serbazî bi navê (Şaxê Zeytûnê) kirin, li gorî Riwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, heya niha artêşa Tirkiyê tenê 3% ji rûbera gundên Efrînê kontrol kiriye.
Ev nivîs 210840 car hatiye xwendin.