Cristiano Ronaldo bû stêrkê yariya cîhanê
Cristiano Ronaldo yarîzanê Real Madridê, bi golên ku avêtin Paris Saint Germainê, di lîga şampiyonan ya UEFAyê de, bû yarîzanê yekê ku di tîmekê de ji 100 golî zêdetir gol avêtine.
Cristiano Ronaldo yê stêrkê yariya cîhanê di pêşbirka li hemberî Paris Saint Germainê de du gol avêtin. Bi vî awayî Ronaldo, di lîga şampiyonan ya UEFAyê de bû yarîzanê yekê ku di tîmekê de bi giştî 100 gol avêtine. Cristiano Ronaldoyê ku di lîga şampiyonan de hejmara golên xwe derxist 101ê bû yarîzanê yekemin yê ku ji 100 golî zêdetir gol avêtiye. Rolando yê ku 33 salî ye di kariyera xwe ya lîga şampiyonan de jî, xwedî 116 golan e.
Performansa 6 salên dawî yê Cristiano Ronaldo yê lîga şampiyonan:
• 2017-2018 — 11 gol
• 2016-2017 — 12 gol
• 2015-2016 — 17 gol
• 2014-2015 — 10 gol
• 2013-2014 — 17 gol
• 2012-2013 — 11 gol
Ev nivîs 210861 car hatiye xwendin.