Dê hevserok Pervîn Buldan be
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 11ê Sibatê de kongreya xwe ya asayî ya sêyemîn lidarbîxe.
Beriya lidarxistina kongreyê gelek nîqaş li ser hevserokên nû hatin kirin. Herî dawî jî parlementerê berê yê HDPê Hasip Kaplan li ser hisabê xwe yê twitterê ragihandibû ku 'divê tirkek berê xwe nede cihê Demirtaş û daxwaza hevserokatiyê neke.'
Îro navê çendîn kesan ji bo hevserokatiya HDPê derbas bibe jî ji wan kesan navê Pervîn Buldan teqez bû. Buldan dê ji dêlva Selahattîn Demirtaş ê ku ji sala 2016an ve di girtîgehê de ye wê bibe hevseroka kurd. Ji dêlva Serpil Kemalbay jî dê hevserokekî mêr ê ji partiyên di nav HDPê de bê hilbijartin.
Kongreya HDPê di 11ê Sibatê de ye.
Ev nivîs 210811 car hatiye xwendin.