Dadgehê biryara girtina Osman Baydemir da
Osman Baydemir li dadgeha cezayê giran ya bajarê Rihayê, bi tewana ku propaganda rêxistina terorê dike, doza ku jê re hatiye vekirin dewam dike. Doza ku di dadgeha cezayê giran ya 5an de dewam dike, parêzerên Baydemir Sevda Çelik Özbingöl û Emrah ÅžeyhanlıoÄŸlu di roja dadgehê de amade bûn.
Tevî ku parêzer amade bûn jî, dadgeh biryara girtina Osman Baydemir da. Kengê Osman Baydemir bigrin, dê wî bînin dadgehê. Doza di derbarê Baydemir de, di sala borî de ji ber parêzgeha Rihayê pîrozkirina Newrozê qedexe kiribû , ew di Newrozê de, li navçeya Birecika Rihayê pîrozbahiyê kiribû. Lewra jî jê re heya 5 salan ceza dixwazin.
Ev nivîs 210850 car hatiye xwendin.