DAIŞê 27 milîsên Haşda Şabî revandin

Terorîstên DAIŞî li Başûrê Rojavaya Kerkûkê êrîş birin ser milîsên Îranê Heşda Şeibî de. Di encama pevçûneke dijwar de DAIŞê 27 milîsên Heşda Şeibî revandin.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, bûyer wisa qewimî; Terorîstên DAIŞê li başûrê rojavayê Kerkûkê di navbera gundên Sedûniye û Şahriyê de êrişî koma Lîwaya Elî ekberî ya Heşda Şeibî kir. Li ser vê êrîşê di navbera herdû aliyan de şer û pevçûnên dijwar qewimîn.

Peyvdarê Heşda Şeibî Elî Husên ku agahî dan dezgehên ragihandinê, da zanîn ku piştî pevçûnê hêzên Heşda Şeibî û polîsên federal cihê pevçûnê dorpêç kirine û DAIŞê 27 milîsên Lîwaya Elî Ekberî ya bi ser Heşda Şeibî jî revandine.


Ev nivîs 210809 car hatiye xwendin.