DAIŞ û Haşda Şabî pevçûn

Li  Xurmatûyê di navbera milîsên Heşda Şeibî û DAIŞê de şer û pevçûnên giran derketin. Kuştî û birîndar hene.  Mihemed Fayiq berpirsê berê yê ragihandina qeymeqamiya Xurmatûyê, agahiyên berfireh ji ser hesaba xwe ya facebookê ragihand ku, şer di navbera terorîstên DAIŞê û Heşda Şeibî li sînorê Xurmatuyê qewimiye. Di encama şerî de gelek kuştî û birîndar çêbûne.

Mihemed Fayiq da zanîn ku êvarê li nêzîkê gundê Pelganê şer û pevçûn di navbera terorîstên DAIŞê û hêzên ser bi artêşa Iraqê de ku pişgiriya xwe ji Îranê distînin Haşdî Şabî pêk hatin. Li gor zanyariyên berdest, gelek kuştî û birîndar ji herdû aliyan jî hene, lê amareyeke fermî hêj nehatiye ragihandin.


Ev nivîs 210810 car hatiye xwendin.