Dana Rohrabacher, „Dawiya Rejîma Îranê Nêzîke“
PeyamaKurd- Endamê Kongresa Amerîkî Dana Rohrabacher radighîne, ku xwepêşandinên berfireh li seranserî îranê dibin sedema têkçuna rejîmê di maweya gelek kûrt de.
Endamê Kongresê ji Komariyan dibêje, dawiya rejîma Îslamî usa nêzîk buye, ku bi Îşaretên tiliyan’ dikare ji desthilatdariyê were durxistin.
Xwepêşandinên protestoyê li Îranê meha Sibatê de jî berdewam bun.
Wek tê zanîn, rejîma Tehranê bi sedan xwepêşanderan desteser û zîndani kiribu. Lê ev dibe işareta dawiya Rejîma Iranê bi xwe.
Dana Rohrabacher ev axaftinên xwe di rojên derbazbuyî de li Parisê di Konferansekî deklare dike, ku ji aliyê Encumena Serhildana Iranê û ji aliyê Rexistina Mucahîdîn Xelk hatibu organize kirin
Ev nivîs 210786 car hatiye xwendin.