Dana White: Me ji Tirkiye xwest êrîşên xwe kêm bike

Dana White Berdevka Wezareta Parastinê ya Amerîkayê da zanîn  Amerîkayê ji Tirkiye xwestiye ku operasyona xwe ya li dijî Efrînê kêmtir bike.

Dana White ya li ser navê Pentagonê agahî dan medyayê ragihand ku wan daxwaz ji Tirkiyeyê kiriye ku êrişên xwe yên li ser Efrînê kêm bikin.

Wê eşkere kir ku êrişênTirkiyeyê yên li ser Efrînê têkoşîna li dijî DAIŞê berbelav dike û wê rêxistinê ji fokusê derdixîne.

 

 


Ev nivîs 210811 car hatiye xwendin.