Dehkan: Iraq wîlayetek ji ÃZmparatorîya Faris e
Wezîrê Berevanîya Îranê Huseyîn Dehkan, di merasîma salvegera ÅŸerê Dizevolê re gotarek pêÅŸkêÅŸ kir û got: “Iraq wîlayetek ji Împaratorîya Faris e û çarek din ew nabe welatek Erebî”.
Huseyîn Dehkan, di gotara xwe de bala serokên Ereb kiÅŸand ser serpêhatîya Saddam Hisên û got: “ Ji serok û desthilatdarên Ereb re dibêjim, çarenûsa Saddam Hisên li bîra xwe bînin û ji bîr nekin ku ew bi ser xwe ve çûbû û di dawîyê de jî hat kujtin."
Dehkan, gef û zirt li wan kesên ku dixwazin Iraq wek welatek erebî bimîne kir û dîsa got: „Ew kesên ku dixwazin me jar û lawaz bikin wê çarenûsa wan jî wek ya Saddam Hisên be. Niha li Iraqê hêza me ya HeÅŸda Åžeibî heye. Ew hêza me karin wan kesên ku dixwazin Iraqê bikin welatek Erebî bêdeng bikin”.
Huseyîn dehkan, herweha behsa hêza Îranê jî kir û anî zimên ku Îran mûÅŸekên balistîk çêdike ku leza wan digihê 3 hezar kilometre.
Z.B
Ev nivîs 210849 car hatiye xwendin.