Demên zehmet jibo Eniya Tirkmanan destpêkir..
PeyamaKurd-Serokê Eniya Tirkmanan ji hikumeta Iraqê daxwaz kir, ku zêdetir hêzên Iraqî li derdora Kerkukê damezrîne.
Piştî ku hêrişek ser baregaha Eniya Tirkmanan li Kerkuk hate kirin, serokê Eniya Tirkmanan ji hikumeta Iraqê daxwaz kir, ku zêdetir hêzên Iraqî li derdora Kerkukê damezrîne.
Her weha serokê Eniya Tirkmanan dawakari ji serokwezîrê Iraq Heyder Ebadî dike, ku Bexda hewlên ewlekariyê li Kerkuk tundtir bike û ji her aliyê ve hêzên leşkerî erkdar bike.
Ji aliyê din, serokê Eniya Tirkmanan Erşat Salihi, Heyder Ebadi tawanbar dike, ji ber ku Ebadî di daxwiyaniyên xwe da Tirkmanan paşguh dike.
Wek tê zanîn, duhî 26.02.2018 çend çekdarên nenas li bajarê Kerkuk bi çekên Arpîçî hêrişê ser baregahên Eniya Tirkmanan kiribun.
Ev nivîs 210805 car hatiye xwendin.