Dema diranê zarokan derdikevin çanda genim belav kirinê

Çanda genim ya ku hemû dayîk û dayîkên namzed bihîstinê lê wata wê zêde nizanin çi ye? Kengî tê çêkirin?

Genimê diran çandeke kevnare ku hema bêje di tevahiya rojhilata navîn de tê pêk anîn. Çêkirina genimê diran bi derketina diranê zarok ya/yê destpêkê ve girêdayî ye.

Bi derketina diranê zarok yê destpêkê amadekariyên genim jî têne kirin. Dema ku diranê zarok derdikeve hindek cîh perçeyekî li pêÅŸiya zarok radixin. Li ser wê perçeyê ku raxistine pênûs, lênûs, pêlîstok, pirtûk, ÅŸeyê por, meqes, mekîneya wêneyan û her wekî din tiÅŸtên ku pîÅŸeyan temsîl dike tê dayîn. Di nav wan de zarok kîjanê hilbijêre, wisa tê bawer kirin ku wê ew zarok pîÅŸeya xwe li ser vê tiÅŸta ku girtiye dest, pêk bîne ango wê vê pîÅŸeyê hilbijêre.

Dervey vê zaroka ku diran derxistiye genim li ser serî de tê reÅŸandin ji bo ku diranê mayî jî demek zû de derkevin. Li gor hindek cîhan jî bi taybetî Kurd, genim dikelînin û li ser malan belav dikin ango her malê tasek gemimê kelandî didinê ji bo ku diranê zarok hem bi zû bên, hem jî êÅŸa diran kêm bibe û zarok zêde êÅŸê nekÅŸîne.

Di heman demê de weke bereket û ÅŸahiyê jî tê dest girtin.

 
 

Ev nivîs 210899 car hatiye xwendin.