Demokrasiya Ewrûpayê heya ber serxwebûna Katalonyayê ye
Welatê Katalonyayê piÅŸtî “referandûma sexwebûnê”, serxwebûna xwe îlan kir. Îspanya jî dereng nema û yekser meclisa Katalonyayê fesx kir. Ji ber Îspanya bi sed salan bi îdara faÅŸîzmê û qiraliyetê hatiye îdarekirin, ew terzê îdarê li ser demokratên wan jî bandoreka neyînî hiÅŸtiye.
Temamê dewletên Ewrûpayê niha dijminahiya xelkê Katalonyayê dikin û pitgiriyê didin Madrîdê. Sedem jî yekîtiya axa Îspanyayê nîÅŸan didin. Di serî de Almanya nerazîbûna xwe ji bo serxwebûna Katalonyayê aÅŸkera kir. Beyana Fransayê li pey ya Almanya hat. Brîtanya ji xwe dibêje ku ew wediyê temamê dinyayê ye û piÅŸtgiriya Madrîdê kir.
Di peyaman de her dewlet behsa parastina qanûna esasî ya wî welatî dike. Weka ku ne rêvebirê wî welatê ew qanûn çêkiribin le weka qanûnê wan ji cem Xwedê hatibe çêkirin, ew çend muhafakar in. Yekîtiya Ewrûpayê jî beyana xwe li dijî serxwebûna Katalonyayê da.
Hukumeta Ankara ji bo mafê Kurda rewa nebîne, ew jî bi rêya Wezareta Karê Derve beyana xwe da û dijminiya Katalonyayê kir. Ka serxwebûna Katalonyayê we çima ewqas eleqedar dike? Ji bo hun ya Kurdistanê qebûl nekin?
Sînorê demokrasiya Ewrûpayê û herkesî heya ber berjewendiyên wan e. Eger zerar bigihê berjewendiyên wan, yekser dev davêjin mirov. Bê ka serxwebûna Katalonyayê çi zerar dide van dewletên Ewrûpayê? Kes nikare vêya ÅŸirove bike. Ji ber zerara serxwebûnê nîne.
Ev nivîs 210836 car hatiye xwendin.