Derîyên sînor neketine destê artêşa Iraqê
Berî niha Serokwezîrê Tirkîyê Binali Yildirim daxuyandibû ku wan derîyê Xabûrê (Îbrahîm Xelîl) radestî hikûmeta Bexdayê û artêÅŸa Iraqê kiriye. Lê dixuye ku gotinên Binali Yildirim ne rast in û artêÅŸa Iraqê li tu derîyên sînor ên Kurdistanê nehatine bicîhkirin.
Di vê derbarê de Fermandarê ArtêÅŸa Iraqê Egîd Ehmed Cibûrî axivî û ragihand ku wan artêÅŸa Iraqê li tu derîyên sînorên Kurdistanê bi cîh nekiriye.
Fermandarê artêÅŸa Iraqê Eqîd Ehmed Cibûrî, ji Ajansa Anadolu (AA) re axivî û got: „Heta niha artêÅŸa Iraqê li ser xalên sînor yên Îbrahîm Xelîl û PîÅŸxabûrê nehatine bicîhkirin".
Z.B
Ev nivîs 210854 car hatiye xwendin.