Der Spiegel: Sigmar Gabriel serdana xwe ya Iraqê betal kir
Hat ragihandin ku wezîrê karê derve yê Almanya Sigmar Gabriel xwest serdana baÅŸûrê Kurdistanê bike lê Bexda qebûl nekiriye. Li ser vê qewimandinê wezîr çûna xwe ya Bexdayê jî betal kiriye.
Kovara Almanya "Der Spiegel" dibêje ku serê vê mehê wê wezîrê Almanya yê karê derve biçûya Bexda û di peyde biçûya Kurdistana Iraqê da di navbera her du aliyan de biaxifiya lê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî çûna wezîrê Alman bo Kurdistanê qebûl nekiriye.
Hukumeta Iraqê gotiye Gabrel dikare were Iraqê lê nikara here Kurdistanê û vê biryara xwe gihandine wezareta karê derve yê Almanya. Di nûçeyê de dibêje piÅŸtî Gabriel, Merkel ketiye dewrê lê Ebadî car din daxwazê red kiriye.
Li ser van pêÅŸdeçûnan Gabriel jî çûna xwe ya bo Iraqê betal kiriye.
Ev nivîs 210833 car hatiye xwendin.