Rêveberiya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekir derbarê bûyera vayrûsa hîvê de ku asîstan bijişkeke dema emeliyatê de derzî bi tiliya wê re çû bû û bi vayrûsa hîvê ketibû de daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist û hate amajekirin ku di derbarê bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Di 27’ê Berfanbarê de dema ku nexweşek ya vayrûsa hîvê ku dûcanî bû bo dermankirinê serî li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê da û pêwîst bû zayîna wê bi rêya sezeryanê were kirin, tîmeka bijişkan red kirin ku bikevin emeliyata zayînê û li ser vê yekê tîmeke din ev emeliyat pêk anî.
Di emeliyata zayînê de derzîya kêliyê bi tiliya asîstan bijişkekê re çû û asîstan bijişk jî tûşî vayrûsa hîvê hat. Li ser vê bûyerê Serbijişkê Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê Alî Kemal Kadiroglû civîneke çapemeniyê li dar xist û da zanîn ku di derbarê tîma bijişkan a ku red kiriye bikeve emeliyatê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Serbijişkî amaje kir ji ber ku demildest mudaxaleyên pêwîst bo asîstan bijişkê hatine kirin îxtîmala rizgarbûna ji vayrûsa hîvê bilind e.