Deriyên Stenbolê ji sûriyan re hat girtin
Kesên ku ji şerê li Sûriyeyê direvin û xwe dispêrin bajarê herî mezin ya Tirkiyeyê Stenbolê dê ji niha û pê de wek berê bi hêsanî nikaribin bikevin vî bajarî.
Tirkiye qeydiyên koçberên sûriyeyî ji nûve saz kir li gorî vê bicihbûna li bajarê Stenbolê dê wek berê ne bi hêsanî be. Niha ketina nav bajarê Stenbolê ji bo koçberên sûrî bi awayekî demkî hat rawestandin.
Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê ragihand ku ji ber nifusa zêde êdî ji bo Stenbolê qeydiyên nû nastînin. Wezareta Navxweyî di daxuyaniya xwe de got: "Stenbol ji bo sûriyan wek navendeke cezbê ye. Ji ber nifûsa zêde qeydiyên nû ji bo Stenbolê hatin rawestandin."
Ev nivîs 210793 car hatiye xwendin.