Dezgeha Barzanî alîkariyên xwe didomîne

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di xebatên xwe yên alîkariya penaberan de berdewam e. Îro roja Pêncşemê (08/02/2018) bi alîkariya UNICEFê cilûbergên zivistanê li ser 9 hezar û 69 zarokên penaber li kampên Şêxan, Dawûdiyê û Şarya belav kir.

Bi armanca alîkariya zarokan û rû bi rûbûna şertên zivistanê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi piştgiriya rêxistina UNICEFê cilûbergên zivistanê li ser 9 hezar û 69 zarokên penaber li kampên Şêxan, Daûdiyê û Şaryayê belav kirin.

Di heman demê de Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di kompanyeke din de pêwistiyên xwendinê ji 802 xwedevanên qonaxa yekê heta şeşê yên li dibistana Bineretî ya bajarê Rizgayî belavkir.


Ev nivîs 210807 car hatiye xwendin.