Di êrîşa bombeyî de 11 leşker hatin kuştin
Li herêma Kabalê ya nêzîkî bakûrê Pakistanê êrîşeke bombeyî li dijî baregeheke leşkerî hat kirin. 11 leşker jiyana xwe ji dest dan.
Artêşa Pakistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku xwekujekî li geliyê Swatê yê li herêma Kabalê ket qada leşkeran û bombeya li ser xwe teqand. Li gorî agahiyêndawî 3 leşker li cihê bûyerê, 8 leşker li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Di encama vê êrîşê de 13 leşker jî birîndar bûn.
Rêxistina binavê Tehrîk-î Taliban ya Pakistanê êrîşê hilgirt ser xwe. Şahid Hakan Ebbasî Serokwezîrê Pakistanê, bi daxuyaniyekê êrîşê şermezar kir û xemgîniya xwe anî ziman.
Ev nivîs 210810 car hatiye xwendin.