Di 10 salan de 930 C hatin kujtin
Li gor berhem û delîlên Rêxistina Çand û Zanyarî ya Yekîtîya Milletan (UNESCO), li seranserê cîhanê di 10 salan de 930 rojnamevan hatine kujtin. Tenê di sala 2016an de 102 rojnamevan bûne qurban û jiyana xwe wenda kirine.
Li gor daxuyanîya Berpirsiyarîya UNESCO ÅŸaxê Almanyayê, di navbera salên 2006-2016an de 930 rojnamevan hatine kujtin û ji van kujtinan tenê ji %10 sûcdarên wan eÅŸkere bûne.
Endamê Rêveberîya UNESCO ÅŸaxê Almanya Wolfgang Schulz, da zanîn ku “tenê çapemenîya ne tehdîtkirî kare dîtinên awira gelemperî berpêÅŸî xelkê bike” û got: “Divê kujtin û geflêkirin, girtin, êÅŸkence û zordarîya li ser rojnamevanan bê ceza nemînin”.
Di daxuyanîya UNESCO de eÅŸkere bû ku tenê di sala 2016an de 102 rojnamevan ji ber karê xwe hatine kujtin û du welatên ku herî zêde ji rojnamevanan re xeter in, Meksîka û Afganistan in. Sala çûyî li Meksîka û Afhanistanê 13, li Yemenê 11, li Iraqê 9 û li Sûrîyê jî 8 rojnamevan hatibûn kujtin.
Z.B
Ev nivîs 210870 car hatiye xwendin.